Serok Barzanî pêşwaziya Nûrî Malikî kir

Serok Barzanî û Nûrî Malikî
Serok Barzanî û Nûrî Malikî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê kir û tekez kir ku, divê encamên hilbijartinan ji bo xizmeta gelê Iraqê bên bikaranîn.

Serok Mesûd Barzanî îro (Şemî, 22ê Mijdara 2025ê) li Pîrmamê pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî kir.

Herdu aliyan di wê civînê de behsa encamên hilbijartinên Parlementoya Iraqê û qonaxa piştî hilbijartinan kir û tekez kir ku, divê encamên hilbijartinan ji bo xizmeta gelê Iraqê bên bikaranîn.

Her di wê civînê de, rewşa siyasî ya Iraq û deverê jî hat nîqaşkirin û herwesa biryar li ser berdewamkirina lihevguhertina dîtin û nêrînan û hevahengiya di navbera aliyên siyasî yên di pêvajoya siyasî ya Iraqê de jî hat dayîn.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî her îro li Hewlêrê bi Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî civiya.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di wê civînê de rewşa giştî ya Iraqê ya piştî pêvajoya hilbijartinên parlamentoyê û qonaxa niha ya siyasî hat nirxandin.

Mijareka din a sereke ya wê hevdîtinê girêdayî bizav û danûstandinên aliyên siyasî yên ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta federal a Iraqê bû.

Di wê daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku, herdu alî li ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de hevnêrîn bûn.

Mesrûr Barzanî û Nûrî Malikî tekez jî kir ku, divê pirsgirêkên heyî li ser bingeha destûrê û rêkeftinên heyî bên çareserkirin.

 

 
 
Fly Erbil Advertisment