Li Hewlêrê korseka taybet ji bo 60 cotkaran hat vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêveberiya Lêkolînên Çandiniyê ya Hewlêrê ji bo 60 cotkarên parêzgeha Hewlêrê korseka taybet vekir. Ew kors her sal ji bo cotkaran tê rêkxistin, bi wê meremê ku bala xwe bidin ser amadekariyên demsala çandina genim û cehan, da ku berhemeka baş hebe. Cotkarên Kurdistanê, yên ku tevlî wê korsê bûne û yên ko tevlî nebûne jî, li wê bawerê ne ku ew rênimayên bifeyde ji bo cotkaran in û dixwazin rêjeya tevlîbûna wan zêdetir be.

Rêveberê Lêkolînên Çandiniyê li Hewlêrê Ebdisemed Mihemed ji Kurdistan24ê re ragihand: “Girîng e ku cotkar qonaxên destpêka çandiniyê bizane û çandiniyeka baş bi rê ve bibe û di encamê de berhemeka baş bi dest bixe, mil bi milê wan awayên hawirdekirî yên ku ji derve ji me re tên.”

Ehmed Ezîz ê cotkar jî got: "Semînerên bi vî rengî gelek alîkariya cotkaran dikin, rewşenbîriya cotkaran zêdetir dikin, ku ev ji bo her cotkarekî hewcedariyeka girîng e.”

Piştî barana payîzê ya yekê, cotkarên Kurdistanê tovên xwe diçînin. Elî cotkarek e ji gundê Şemamikê ku tevlî tu korsan nebûye. Ew her sal li gorî ezmûnê û xwe ku ji babê wî jê re maye erdê xwe dikêle û îsal ji bo çandina genim amade kiriye.

Elî Ehmed ê cotkar got: "Rast e ku min berê gelek tişt dizanîn, lê serdema niha ber bi guhertin û pêşkeftinê ye. Amûrên pêşketî hatine, divê hikûmet rênima û zanyaran bide me, da ku em bizanin ka ji bo berhemên me yên çandiniyê an jî erdên me yên çandiniyê çi baş e ku em bikin.

Her sal rênimayên taybet ên pişkinandina zeviyan, çawaniya parastina tovan û awayê bikaranîna dermanên qirker ji cotkaran re tên dayîn û ev jî pêngavek e ku em li paşerojê pişta xwe bi berhema navxweyî ve germ bikin.