Kurdên nav CHPê: Êdî dem hatiye ku CHP xwe li gorî cîhanê biguherîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Komarî ya Gel (CHP) dê di kongreya serokatiyê de bernameya xwe biguherîne û di bernameya nû de gotinên wek hemwelatîbûna wekhev û zimanê dayîkê tên bikaranîn. Kurdên nav CHPê dibêjin êdî dem hatiye ku CHP xwe biguherîne û siyasetmedarên partiyên kurdistanî jî dibêjin guherîna CHPê girîng e lê divê ev yek di liv û tevgerên CHPê de jî were dîtin.

Partiya Komarî ya Gel (CHP) amadekariyan dike, di 28ê Mijdarê de kongreya xwe ya asayî ya 38. li dar bixe û tê pêşbînîkirin ku Ozgur Ozel careke din wek serokê CHPê were hilbijartin. Di kongreya CHPê de dê di bernameya partiye de jî guherîn werin kirin û gotinên wek zimanê zikmakî û hemwelatîbuna wekhev dê cara yekem di bernameya CHPê de cih bigirin. Kurdên nav CHPê dibêjin pêdivî hebu ku CHP li gorî şert û mercên qada navneteweyî xwe biguherîne û guherîna bernameyê jî li gorî vê yekê ye.

Serokê CHPê yê Şaxa Yenîşehîrê ya Diyarbekirê Şexmus Daghan ji K24ê re got: “Temenê CHPê ji 100 salan zêdetir e, piştî 100 salan cara yekem e dê di bernameya xwe de bêje welatîbuna wekhev, ev girîng e, ya din jî zimanê zikmakî ye, cîha  tê guherîn û CHP jî neçar e xwe biguherîne, ji xwe pirsa kurd pirsa ziman û hemwelatîbunê ye, ev were çareserkirin dê bo Tirkiye baş be.”

Partiyên Kurdistanî jî derbarê guherîna bernameya CHPê de dibêjin bo çareseriya pirsa kurd gavek erênî ye lê divê CHP vê guherînê di liv û tevgerên xwe de jî nîşan bide.

Cîgırê Serokê HAK PARê Hanîfî Eren dibêje: “Di welatên pirnetew û pirziman de divê her kes bi awayeke azad zimanê xwe bi kar bîne û bingeha pirsgirêkê jî CHP ye ku CHP bingeha dewletê ye jî. Ji ber wê eger CHP guherînek wisa bike e erênî pêşwaziya wê dikin.”

CHPyî dibêjin ji ber operasyonên ser CHPê di demên dawî de CHPê, tenê polîtîkayên xweparastinê meşandiye û piştî kongreye dê CHP bo pirsa kurd polîtîkayek wêrektir, berfirehtir û bibandortir bimeşîne.

 
Fly Erbil Advertisment