Mesrûr Barzanî: Ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Herêmê şert û mercên nû hatine pêş
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Balyozê Fransayê yê li Iraqê Patrick Durel civiyan. Di hevdîtinê de mijara sereke pêkanîna kabîneyên nû yên hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê bû.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 25ê Mijdarê li Hewlêrê pêşwazî li Balyozê Fransayê li Iraqê Patrick Durel kir.
Li gorî zanyariyan, di civînê de ku Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê Yann Braem jî amade bû, rewşa giştî ya Iraqê ya piştî hilbijartinên Encûmena Nûneran (Parlamento) hat gotûbêjkirin.
Her du aliyan bîr û ramanên xwe li ser hewl, danûstandin û rêkarên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Federal a Iraqê parve kirin.
Mijareke din a giring a civînê, hewlên ji bo pêkanîna kabîneya dehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di vê mijarê de nêrîna xwe anî ziman û tekez kir ku "ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Herêmê, şert û mercên nû hatine pêş."
