Serok Barzanî: Em dixwazin kabîneya nû bi diyalogê ava bikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 25ê Mijdarê pêşwazî li Balyozê Fransayê li Iraqê Patrick Durel re kir.
Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, di hevdîtinê de Konsulê Giştî yê Fransayê li Hewlêrê Yann Braem jî amade bû, Balyozê Fransayê pîrozbahiya serkeftina di hilbijartinan de li Serok Barzanî kir û hêvî xwest ku di qonaxa bê de, gotûbêj û danûstandinên navbera aliyên siyasî yên Herêmê û Iraqê bi awayekî çalak birêve biçin.
Durel diyar kir ku armanc divê ew be ku "hikûmeteke çalak were meydanê ku di asta daxwazên xelkê Iraqê de be."
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasiya rola dîrokî ya Fransayê kir û ronahî xiste ser dawîn gotûbêj û danûstandinên navbera hêz û aliyên siyasî yên Iraqê yên piştî encamdana proseya hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê.
Her wiha Serok Barzanî ronahî xiste ser helwesta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêmê bi rêya gotûbêjan ligel hêz û aliyên din ên siyasî yên Kurdistanê.
