Mesrûr Barzanî û Karbirêkerê Balyozxaneya Amerîkayê pêkanîna hikûmeta Iraqê gotûbêj dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 25ê Mijdarê pêşwazî li Karbirêkerê Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê Joshua Harris kir. 

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de ku Konsula Giştî ya Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Wendy Green jî amade bû, pêşxistina peywendiyên dualî, rewşa giştî ya Iraqê, hilbijartinên dawî yên Encûmena Nûneran û danûstandinên pêkanîna kabîneya nû ya Iraqê hatin nirxandin.

Wekî ku di daxuyaniyê de hatiye amajekirin, her du alî li ser giringiya pêkanîna hikûmeteke xizmetguzar hevfikir bûn ku bêyî cudahî xizmeta hemû welatî û pêkhateyên Iraqê bike û rêzê li mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê û pergala federal bigire.

Her wiha her du alî li ser pêwîstiya dabînkirina şayîsteyên darayî û para budceya Herêma Kurdistanê ji budceya giştî ya Iraqê û berdewamiya hinartina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê, hevnêrîn bûn

Di beşeke din a danûstandinan de, Karbirêkerê Balyozxaneya Amerîkayê destxweşî li Serokwezîr kir ji bo çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên di kertên ciyawaz de, bi taybetî di warê darayî de û piştevaniya xwe ji bo wan çaksaziyan nîşan da.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment