Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Hollandayê tekezî li ser pêşxistina peywendiyên dualî dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyoza Hollandayê kir. Di civînê de tekezî li ser pêşxistina hevkariya hevbeş di warên ciyawaz de hat kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 25ê Mijdarê bi Balyoza Şahnişîna Hollandayê li Iraqê Janet Alberda re civiya.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêmê, di hevdîtinê de peywendiyên Hollandayê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê, hilbijartinên Encûmena Nûneran û rewşa giştî ya Iraqê hatin gotûbêjkirin.
Her du aliyan daxwaza xwe ya ji bo pêşxistina peywendiyên dualî dubare kir. Her wiha li ser çawaniya berfirehkirina hevkariya hevbeş a di navbera Herêma Kurdistanê û Hollandayê de di war û kertên ciyawaz de bîr û ramanên xwe parve kirin.
Di dawiya civînê de, rewşa navçeyê û çend mijarên din ên ku cihê girîngiya hevbeş in, hatin nirxandin.
