Savaya: Pêdivîtiya Iraqê bi zêdetir reforman heye
Navenda Nûçeyan (K24) - Nûnerê Taybet ê Amerîkayê li Iraqê ragihand: “Tevî wan pêşketinên ku Iraqê bi dest xistine, pêdivîtiya wê bi zêdetir reforman heye. Herwesa got: “Amerîka dê li ser xurtkirina ewlehî û serweriya wî welatî berdewam be.”
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê li Iraqê Mark Savaya îro (Sêşem, 25ê Mijdara 2025ê) li ser tora civakî ya Xê nivîsî: “Ev demeka dirêj e ku Amerîka piştgiriya dezgehên ewlehiyê yên rewa yên Iraqê dike.”
Savaya herwesa got: "Iraqê di bizavên hevpar ên şkandina DAIŞê heya berhingarbûna bandorên zirardar û xurtkirina tenahiya herêmî de pêşketineka rastîn bi dest xistiye. Lê tevî wê yekê jî, divê reformên girîng bên kirin.”
Navbirî amaje jî da: "Şîrketên Amerîkayî, ku bi milyaran dolar ji bo alav û piştgiriya pile yek dabîn kirine, di xurtkirina ewlehî û serweriya Iraqê de wekî hevparên sereke dimînin."
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê li Iraqê Mark Savaya li roja Înê (21ê Mijdara 2025ê) jî li ser tora civakî ya Xê nivîsîbû: "Ez li bendê me ku di demeka nêzîk de serdana Iraqê bikim û bi serkirdeyên payebilind ên wî welatî re bicivim.”
Savaya herwesa got: "Iraqê di dema sê salên borî de pêşketineka girîng bi dest xistiye û em hêvî dikin ku ev pêşketin di mehên pêş de jî berdewam bike. Herwesa em pêvajoya avakirina hikûmeteka nû ji nêz ve dişopînin.”
