Parêzgara Helebçeyê spasiya Mesrûr Barzanî dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da ku Arî Muxtar wekî welatiyê şehîd bê naskirin, Parêzgara Helebçeyê tevî pesinandina wê helwestê di salvegera damezrandina wî baajrî de, destpêkirina kampanyayeka jîngehî ragihand û daxwaz ji rêkxistin û aliyên eleqedar kir ku, ji bo vejandina daristanên şewitî di hawara Helebçeyê biçin.
Parêzgara Helebçeyê Nuxşe Nasih îro (Sêşem, 25ê Mijdara 2025ê) bi rêya daxuyaniyekê ji bo Kurdistan24, spasî û rêzên xwe pêşkêşî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir, ku biryar daye doza mirina Xudêjêrazî Arî Muxtar Cemal wekî welatiyekê şehîd bê hesibandin û ev pêngav wekî dilsoziyek ji bo qurbanîdana navbirî wesif kir.
Herwesa Parêzgara Helebçeyê behsa çalakiyên salvegera 156ê ya damezrandina bajarê Helebçeyê jî kir, ku tê de wekî rêzek ji bo canê paqij ê du şehîdên jîngehê Rêzdar Arî û Rêzdar Mihemed, bi tevlîbûna malbatên wan û birêvebiriyan kampanyaya veşartina 156 darberûyan hat lidarxistin.
Di tewerekê din ê axaftinên xwe de, Nuxşe Nasih bal kişand ser wan zirarên mezin ên ku ji ber şewatan gihîştine daristan, pûş, pawan û keskahiyên wî bajarî, û bang li wezaretên têkildar, rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên navneteweyî kir ku bên ser xetê û di projeya dubare keskkirina Helebceyê de hevkar û hevaheng bin da ku careka din bedewiya xwezaya deverê vegere.
Parêzgara Helebçeyê li dawiyê jî tekez kir ku, xelkê vî bajarî hêjayî xizmeta herî baş in û tevî ku destxweşî li biryarên Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistranê kir, hêvî jî kir ku hikûmet zêdetir girîngiyê bide daxwaz û pêdivîtiyên wê parêzgehê.
