Zozanî: Bihara bê siyaseta demokratîk a Kurd dê bigihîje asteke nû

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiyeyê, serdana şandeya komisyona parlamentoyê ya bo Abdullah Ocalan, ku wekî qonaxeke dîrokî tê dîtin, karvedanên xwe didomîne. Li gorî hin siyasetmedaran, bendeke girîng derbas bûye, pêwîstî bi qonaxa yaseyan heye, û tê çaverêkirin ku bihara bê siyaseta demokratîk ya Kurd bigihîje astekê ku bikare nêrînên xwe rasterast bi muxatabên siyaseta demokratik re parve bike.

Şandeya komîsyona proseyê ya parlamentoya Tirkiyê ku ji parlamenterên AK Partî, MHP û DEM Partiyê pêk tê, di 24ê Mijdarê de li Girava Îmraliyê serdana rêberê PKKê Abdullah Ocalan kir. Piştî serdana veşartî, serokatiya parlamentoyê diyar kir; hevdîtina wan a bi Ocalan re bi erênî derbas bûye. 

Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî jî serdan wekî "geşedanek dîrokî" binav kir û got: "Muxatabê herî ciddî yê pêvajoyê Îmralî ye û ger teror bi awayekî mayînde ji jiyana me derkeve, bila dawiya me jî bidarvekirin be."

Parlamenterê berê yê HDPê Adil Zozanî jî, çûna Îmraliyê wekî cara yekemîn danîna diyaloga qanûnî bi muxatabên siyaseta Kurd re destnîşan dike û balê dikişîne ser pêdiviyên pêşerojê.

Adil Zozanî ji K24ê re got: “Li pêşberî komisyonê û parlamentoyê, evroke ev pirsgirêk heye ku zemînên qanûnsaziyê amade bike yên ku çekên xwe danîn bikarin hem li Tirkiye tevlî siyaseta demokratik bibin, tevlî jiyana siyasî bibin. Cara yekemin e pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê dişibe pirsgirêka Îrlandayê an jî pirsgirêka Katalanya, Îspanya û Brîtanyayê. Bihara pêşiya me de li Tirkiyeyê rol û misyona siyaseta demokratik ya Kurd li Tirkiyeyê wê bişibe Batasûna an jî Sîn Feîn. Wê demê wê bikaribin yekser derbarê pirsgirêka Kurd de nêrînên xwe rasterast bi muxatabên xwe yên siyaseta demokratik re parve bikin.”

Berdevkê Ak Partiyê Omer Çelîk jî ragihand, di proseyê de bazariyek nîne û proseya Tirkiyeya Bêteror politikaya dewletê ye. Parlamenterê Koma Yenî Yolê yê Bursayê jî dibêje; bi vê hevdîtinê re qonaxek krîtîk derbas bûye û divê êdî bi lezgînî pêngavên yaseyî bên avêtin-taybetî yaseya ji bo vegera malê-ku pêbaweriya gel a bi proseyê jî zêdetir bibe.

Parlamenterê Koma Yenî Yolê yê Bursayê Kanî Torun dibêje: “Prose bendeke krîtîk derbas kiriye. Guhdariya piraniya aliyan qediya û piştî nirxandina serdanê, pêwîst e prose derbasî qonaxa din bibe. Pêşî, divê qanûnên vegera malê bên derxistin da ku yên li çiyê hêdî hêdî, bi komî vegerin Tirkiyeyê û bigihîjin malbatên xwe. Meclîs divê qanûnên wekî sazkirinên înfazê, azadkirina girtiyên siyasî û bicîhanîna biryarên destûr û Dadgeha Ewropayê bîne rojevê. Bi cîbicîhkirina van jî mirov dê feydeya pratîkî zêdetir bibînin.

Komîsyona proseyê 26'ê Mijdarê ji bo wergirtina hûrgiliyên serdana Îmraliyê dicive ku şandeya Îmralî dê notên xwe pêşkêşî komîsyonê bike. Piştre jî tê payîn komîsyon raporek pêşniyarên qanûnî amade bike û pêşkêşî Lijneya Giştî a parlamentoyê bike.

 
Fly Erbil Advertisment