Şandeke bilind a PDKê serdana Yekgirtû kir: Pêkanîna hikûmeta nû li ser maseyê ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke bilind a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Hewlêrê serdana Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê kir. Di civînê de mijara sereke avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû.
Şanda Polîtburoya PDKê îro 26ê Mijdara serdana Melbenda Hewlêrê ya Yekgirtûya Îslamî kir û ji aliyê berpirsên wê partiyê ve hat pêşwazîkirin.
Li gorî zanyariyan, her du alî li ser çend mijarên giring ên têkildarî rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê gotûbêj dikin.
Her li gorî zanyariyan jî, mijarên sereke yên wiha ne:
- Encamên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê.
- Gotûbêjên derbarê pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
- Peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.
- Rewşa giştî ya Iraq û navçeyê.
Ev hevdîtin di demekê de pêk tê ku hewldanên ji bo pêkanîna hikûmetê hem li Bexdayê û hem jî li Hewlêrê gur bûne û partiyên siyasî ji bo gihiştina bi lêktêgihiştineke hevbeş dest bi gera civînan kirine.
