Rêveberiya Xweser ji Şamê re: Rêzê li vîna xwepêşanderan bigirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Xweser derbarê aloziyên dawî yên li Sûriyeyê de ragihand, ew piştgiriya daxwazên rewa yên xwepêşanderan dikin. Rêveberiyê hişyarî da ku êrîşên li ser sivîlan xizmeta parçebûna welêt dikin.
Duh Sêşemê bi sedan kes li bajarê Laziqiyê û deverên din ên Sûriyeyê yên ku piraniya wan Elewî ne derketin xwepêşandanan û daxwaz ji Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê kirin ku girtiyan azad bike û binpêkirinên li dijî Elewiyan rawestîne.
Di vê derbarê de, Rêveberiya Xweser îro 26ê Mijdarê daxuyaniyek ji raya giştî re belav kir û tê de diyar kir, sivîl rasterast tên armanckirin û komên çekdar di bin navên wekî "Seferberiya Eşîran" de hewl didin yekîtiya civaka Sûriyeyê têk bidin.
Rêveberiya Xweser ragihand: "Em piştgiriya xwe ji bo daxwazên gelê Sûriyeyê yên ji bo demokrasî, dadmendî û wekheviyê tînin ziman. Êrîşkirina ser xwepêşanderên aştîxwaz, gefeke rasterast e li ser aştiya navxweyî."
Rêveberiya Xweser bang li "hikûmeta veguhêz a li Şamê" kir ku rêz li îradeya gelê herêma Peravê, Başûr û hemû deverên din bigire û dest ji bikaranîna tundiyê berde.
Di daxuyaniyê de hat gotin: "Zêdebûna tundiyê li Hums, Perav û Siweydayê dê encamên cidî li ser pêşeroja welêt hebin. Çareserî avakirina Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî ye ku serdema şovenîzm û dîktatoriyê bi dawî bike."
Di dawiya daxuyaniyê de, Rêveberiya Xweser tekez kir ku îro pêdiviya Sûriyeyê bi diyalogeke neteweyî ya rastîn heye û helwesta wan li ser sê lingan e: "Aştî, diyalog û avakirina Sûriyeyeke nû, nenavendî û demokratîk."
