Li gundewarê Îdlibê teqîneke bihêz rû da

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarokê Kefer Texarîm ê lii parêzgeha Îdlibê, teqîneke mezin rû da. Zanyariyên destpêkê amajeyê bi teqîna depoyeke çekan dikin.

Li gorî zanyariyên Kanala "El-ixbariye" ya Sûriyeyê, teqîn li bajarokê Kefer Texarîmê qewimiye û hejmarek kes birîndar bûne.

Li gorî zanyariyên destpêkê, tê pêşbînîkirin ku sedema vê bûyerê, teqîna depoyeke cebilxane û teqemeniyan be.

Heta niha sedema vê teqînê nehatiye zanîn û ti aliyekî fermî zanyarî derbarê cureyê teqînê de belav nekirine.

Hat ragihandin ku tîmên Berevaniya Sivîl demildest gihîştine cihê bûyerê, da ku sedemên teqînê lêkolîn bikin û alîkariyên pêwîst pêşkêşî qurbaniyan bikin.

Tê nûkirin..

 
 
Fly Erbil Advertisment