Gera yekê ya Pêşangeha Navdewletî ya Kitêban li Zaxoyê tê lidarxistin
Navenda Nûçeyan (K24) – Amadekariyên Pêşangeha Navneteweyî ya Kitêban li Zaxoyê temam bûne, û 65 weşanxane ji 11 welatan dê tevlî wê bibin.
Berpirsê Rêxistinê yê Pêşangeha Navneteweyî ya Kitêban li Zaxoyê Kovan Hisên îro (Çarşem, 26ê Mijdara 2025ê) ji Malpera Kurdistan24ê re got: “Gera yekê ya Pêşangeha Navneteweyî ya Kitêban li Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê dê li roja 1ê Berçileya 2025ê bê vekirin.”
Berpirsê Rêxistinê yê Pêşangeha Navneteweyî ya Kitêban li Zaxoyê herwesa ragihand ku, ew pêşangeh dê şeş rojan ji saet 10:00 ê sibehê heta 6:00 ê êvarê berdewam be.
Kovan Hisên amaje jî da: “11 welat û 65 weşanxane dê tevlî pêşangehê bibin, herwesa weşanxaneyên Bakur, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê jî dê tevlî wê bibin.”
Navbirî amaje jî da: “Piştî Hewlêr û Silêmaniyê, Zaxo dê bibe cihê sêyê li Herêma Kurdistanê ku pêşangeha navneteweyî ya kitêban lê tê vekirin.”
Di vê pêşangeh de, gelek çalakiyên hunerî û edebî dê bên lidarxistin ku hejmareka panelan jî vedigire.
Gera yekê ya Pêşangeha Navneteweyî ya Kitêban li Zaxoyê dê li hola pêşangeha navneteweyî ya Zanîngeha Zaxoyê bê lidarxistin.