Mesrûr Barzanî: Nabe rê ji tawanbaran re were dayîn ku wan tawanan dubare bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi tundî êrîşa droneyî ya li ser Kêlgeha Gaza Kormorê şermezar kir û hişyarî da ku nabe tawanbar wekî carên berê bi kefalet bên azadkirin. Her wiha daxwaza pergalên berevaniyê ji Amerîkayê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî berbanga îro 27ê Mijdara 2025an, li ser tora civakî ya ‘X’ peyamek derbarê êrîşa şeva borî de belav kir.

Mesrûr Barzanî nivîsî: "Ez bi tundtirîn şêwe êrîşa tirsonekane ya bo ser Kêlgeha Gaza Kormorê şermezar dikim û daxwaz ji Hikûmeta Federal dikim ku tawanbaran bibîne û radestî dadgehê bike."

Serokwezîr tekez kir: "Kî li pişt van êrîşan be, divê rê neyê dayîn ku van tawanan dubare bikin an wekî berê, bi kefalet bên azadkirin."

Di beşeke din a peyama xwe de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bang li hevpeymanên navdewletî kir û got: "Ez daxwaz ji hevbeşên me yên Amerîkî û navdewletî dikim ku amûrên berevaniyê yên pêwîst ji bo parastina jêrxana me ya medenî dabîn bikin û piştgiriya me bikin di girtina pêngavên cidî de ji bo rêgirtina li van êrîşên li ser xelkê Kurdistanê."

Hilberîna gazê rawestiya

Ji aliyê din ve, Wezareta Elektrîkê û Wezareta Çavkaniyên Sirûştî îro di daxuyaniyeke hevbeş de ragihandin, ji ber êrîşê, hinardekirina gazê ji bo wîstgehên elektrîkê bi temamî rawestiyaye.

Daxuyaniyê eşkere kir ku tîmên wan ligel kompaniya Dana Gas li ser xetê ne ji bo şopandina encamên bûyerê û asayîkirina rewşê.

Şeva borî Kêlgeha Kormorê ya li sînorê Çemçemalê rastî êrîşeke droneyî hat û agir bi embareke gazê ket. Ev yek di demekê de ye ku di çend rojên borî de liv û tevgera droneyan li ser asîmanê herêmê hatibû dîtin.

 
 
Fly Erbil Advertisment