Kêlgeha Kormorê rastî êrîşa bi dronan hat

Navenda Nûçeyan (K24) – Kêlgeha Kormorê ya gazê li sînorê Çemçemalê rastî êrîşeke droneyî hat. Di encamê de agir bi embareke gazê ket û proseya berhemhênanê rawestiya.

Peyamnêrê Kurdistan24ê da zanîn, derenga şeva borî 26ê Mijdara 2025an, du caran li pey hev bi droneyan êrîşî Kêlgeha Kormorê ya gaza hatiye kirin.

Peyamnêrê me da zanîn jî, piştî êrîşê, dengê zengilên agahdarkirinê li nav kêlgehê hatine bihîstin.

Li gorî zanyariyan, yek ji droneyan li embareke gazê ketiye û bûye sedema şewateke mezin. Ji ber giraniya rewşê û metirsiya ewlehiyê, proseya berhemhênana gazê di kêlgehê de bi awayekî demkî hatiye rawestandin.

Ev êrîş di demekê de tê, di çend rojên borî de jî liv û tevgera droneyan li ser asîmanê Kormorê hatibû dîtin û pasewanên kêlgehê teqe li wan kiribû.

Kêlgeha Gaza Kormorê dikeve sînorê nahiya Qadirkerem a ser bi qezaya Çemçemalê li parêzgeha Silêmaniyê. Ev kêlgeh yek ji çavkaniyên sereke yên gaza Herêma Kurdistanê ye; ji sala 2003yan ve di bin kontrola Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye û ji Cotmeha 2008an ve dest bi berhemhênanê kiriye.