Brîtanya û Fransa êrîşa li ser kêlgeha Kormorê şermezar dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozên Brîtanya û Fransayê li Iraqê bi tundî êrîşa li ser Kêlgeha Kormorê şermezar kirin û tekezî li ser parastina jêrxana enerjiyê û cezakirina tawanbaran kirin.
Piştî êrîşa şeva borî ya li ser Kêlgeha Kormorê ya gazê, îro 27ê Mijdarê karvedanên navdewletî berdewam in.
Helwesta Brîtanyayê
Balyozê Brîtanyayê li Bexdayê Stephen Hitchen, li ser tora civakî ya "X"ê peyamek belav kir û daxwaza lêpirsînê kir.
Hitchen got: "Em piştgiriya hewldanên parastina dezgehên bingehîn dikin û divê lêpirsîn ligel wan kesan bê kirin ku berpirsyar in."
Balyozê Brîtanyayê hişyarî da ku "êrîşkirina ser her jêrxaneke bingehîn, gefê li seqamgiriya Iraqê û selametiya gelê wê dike."
Helwesta Fransayê
Ji aliyê din ve, Balyozê Fransayê li Iraqê Patrick Durel jî êrîş şermezar kir û pabendbûna welatê xwe ji bo ewlehiya Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan da.
Durel ragihand: "Bi tundtirîn şêwe êrîşa şeva borî ya li ser Kormorê şermezar dikim. Jêrxana enerjiyê sûdê digihîne hemû welatiyan. Fransa pabendbûna xwe ji bo ewlehiya Iraqê û di çarçoveya wê de ji bo Kurdistanê dubare dike."
Ziyanên mezin ên êrîşê
Li gorî zanyariyên Kurdistan24ê, êrîşa şeva borî ziyaneke mezin gihandiye jêrxana elektrîkê ya Herêma Kurdistanê:
- Embareke sereke ya gazê bi temamî wêran bûye û ya duyem jî ziyan dîtiye.
- Hinardekirina gaza şil (LPG) bo wîstgehên elektrîkê (Bazyan, Xurmele, Mas, Kwaşê û Baedrê) bi temamî rawestiyaye.
- Berhemhênana elektrîkê ji 4000 megawatan daketiye 1500 megawatan (80% kêm bûye).
Ji bo çareserkirina vê qeyranê, îro Odeya Operasyonên Hevbeş di navbera Wezareta Elektrîkê û Wezareta Çavkaniyên Sirûştî de hat pêkanîn.
