Mesrûr Barzanî ji ber bidestxistina Xelata Pûşkînê pîrozbahî li Profesor Reşad Mîran kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 27ê Mijdarê pêşwazî li civaknas û akademîsyenê navdar ê Kurd Prof. Reşad Mîran kir.

Di hevdîtinê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî destxweşî li kar, xebat û berhemên zanistî yên Prof. Reşad Mîran kir û pîrozbahiya bidestxistina "Xelata Pûşkîn" li wî kir ku vê dawiyê li Moskowayê di merasîmekê de ji aliyê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ve pêşkêşî Prof. Mîran hatibû kirin.

Ji aliyê xwe ve, Prof. Reşad Mîran kêfxweşiya xwe li hember vê pêşwaziyê nîşan da û spasiya pîrozbahî û piştevaniya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir.

 
Fly Erbil Advertisment