Mesrûr Barzanî û Karbirêkerê Balyozxaneya Amerîkayê daxwaza cezakirina êrîşkarên Kormorê dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 27ê Mijdarê peywendiyeke telefonî ji Karbirêkerê Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê Joshua Harris wergirt.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di peywendiyê de Joshua Harris "bi tundtirîn şêwe êrîşa li ser Kêlgeha Kormorê ya gazê şermezar kir û piştevaniya Amerîkayê ji bo Herêma Kurdistanê dûpat kir."
Xala herî girîng a vê peywendiyê, mijara parastina asmanê Herêmê bû. Her du alî li ser vê yekê hevfikir bûn ku "Divê hewl bê dayîn li Herêma Kurdistanê jî rêkar û pêdiviyên xweparastinê yên li dijî van cure êrîşan bên dabînkirin û bihêzkirin."
Herwiha tekez kirin, divê ew kesên li pişt van êrîşên terorîstî ne, bên eşkerekirin û radestî yasayê bên kirin.
Şeva borî derdora saet 11:30ê êrîş li ser Kêlgeha Gaza Kormorê ya li qezaya Çemçemalê ya parêzgeha Silêmaniyê hatibû kirin. Li gorî daxuyaniyeke hevbeş a her du wezaretên Çavkaniyên Sirûştî û Elektrîkê, di êrîşê de ti ziyaneke canî çênebûye, lê bûye sedema kêmbûna ji sedî 80 a berhemhênana elektrîka giştî ya Kurdistanê.
Piştî êrîşê, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî jî îro bi rêya telefonê ligel Mesrûr Barzanî axivîbû û biryara pêkanîna "komîteyeke hevbeş a lêkolînê" dabû ji bo dîtina êrîşkarên Kormorê.
