Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeka ENKSê kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê, di çarçoveya pêşwazîkirina şandeka payebilind a Encûmena Neteweyî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) de, tekez li ser girîngiya yekdengî û hevfêmkirina di navbera aliyên Kurdî de kir û ragihand ku, pêkvejiyan kilîla tenahiya Sûriyeyê ye.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî nîvroya îro (Pêncşem, 27ê Mijdara 2025ê) li Hewlêrê pêşwaziya Desteya Serokatiya ENKSê kir, ku Mihemed Îsmaîl serokatiya wê dikir.
Li gorî ragihandina Serokatiya Herêma Kurdistanê, şanda mêvan kurtiyek li ser pêşhatên dawiyê yên siyasî û ewlehiya meydana Sûriyeyê, rewşa Kurdan û pêkhateyên din ên wî welatî eşkere kir. Herwesa bal kişand ser rol û pêgeha encûmena xwe di pêvajoya siyasî û danûstandinan de.
Li beranberî wê yekê, Serokê Herêma Kurdistanê tvî tekezkirina piştgiriya berdewam a Herêma Kurdistanê ji bo pêvajoya danûstandinan ragihand: "Yekrêzî û hevfêmkirina aliyên Kurdî pêdivîtiyeka niha ye.”
Serokê Herêma Kurdistanê amaje jî da wê yekê jî ku, parastina mafên hemî pêkhateyan û dabînkirina pêkvejiyanê yekane rêya bidestxistina tenahî û pêşketinê li Sûriyeyê ye.
Şanda ENKSê jî ji aliyê xwe ve pesna rola berdewam û bibandor a Nêçîrvan Barzanî kir, ji ber bizavên wî ji bo çareserkirina pirsa Kurdan li Sûriyeyê û wê piştgiriya ku Herêma Kurdistanê jê re dike.
Nîqaşkirina rewşa giştî ya deverê û çend mijarên din ên ji bo herdu aliyan balkêş jî tewerekê din ê civîna wan a îro bû.
