Mark Savaya: Em piştevaniya Kurdistaneka bihêz dikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê êrîşa duhî ya li ser Zeviya Gazê ya Kormorê bi tundî şermezar kir û ragihand ku, ew êrîş ji aliyê komên çekdar ên neqanûnî ve hatiye kirin ku ajandeya dijminane ya derve dişopînin.
Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê îro (Pêncşem, 27ê Mijdara 2025ê) di daxuyaniyekê de helwesta xwe ya zelal nîşan da û bang li hikûmeta Iraqê kir ku bi lez û bez kesên li pişt wê êrîşê destnîşan bike û wan bide dadgehê.
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê li Iraqê Mark Savaya di pareka wê daxuyaniyê de bi zimanekî tund got: “Bila pir eşkere be ku cihê van komên çekdar di Iraqeka bi tevahî serwer de tune ye. Amerîka tekez jî dike ku bi tevahî piştgiriyê dide bizavên hikûmeta Iraqê di vî warî de.”
Mark Savaya amaje jî da: “Amerîka herwesa haydariyê jî dide ku, hemî komên çekdar ên neqanûnî û yên ku piştgiriyê didin wan dê bên şopandin, em dê rû bi rû bibin û lêpirsîn dê pê re bê kirin.”
Navbirî li ser têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de jî piştgiriya xwe ji bo Kurdistaneka bihêz di çarçoveya Iraqeka yekgirtî û aram de tekez kir, herwesa hikûmeta Bexdayê û ya Hewlêrê jî teşwîq kirin ku hevahengiya xwe ya ewlehiyê kûrtir bikin û ji bo parastina jêrxaneyên girîng ên aborî û enerjiyê yên welatî zêdetir bikin.
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê li Iraqê li dawiya wê daxuyaniyê de li ser navê Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê pabendbûna xwe ya neguher ji bo alîkariya hikûmeta Iraqê di pêşxistina şiyanên parastinê û avakirina hêzên neteweyî de ji bo parastina çavkaniyên Iraqê, parastina serweriya welatî û piştrastbûna ji ewlehî û jiyarxweşiya hemî welatiyan tekez kir.
