Yekîtiya Ewropayê êrîşa li ser Zeviya Gazê ya Kormorê şermezar kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Nûnerê Yekîtiya Ewropayê li Iraqê ragihand ku, ew ji ber êrîşa bi dronan a li ser Zeviya Gazê ya Kormorê nîgeran in û êrîşa li ser jêrxaneya enerjiyê ya welatiyan şermezar dikin.

Yekîtiya Ewropayê îro (Pêncşem, 27ê Mijdara 2025ê) êrîşa li ser Zeviya Gazê ya Kormorê şermezar kir.

Nûnerê Yekîtiya Ewropayê li Iraqê ragihand ku, ew ji ber êrîşa bi dronan a li ser Zeviya Gazê ya Kormorê nîgeran in û êrîşa li ser jêrxaneya enerjiyê ya welatiyan şermezar dikin.

Çavkaniya navbirî amaje jî da ku, ew pabendbûna xwe bi hevahengiya bi hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê re ji bo xurtkirina ewlehî û aramiyê û kirina reforman ji bo xizmeta welatiyan tekez dikin.

Derengiya şevêdî (Çarşem, 26ê Mijdara 2025ê) bi rêya dronan êrîşî ser Zeviya Gazê ya Kormorê li Çemçemalê hat kirin, ku bû sedema rawestandina hilberîna gazê li wê zeviyê û hinardekirina gazê ji bo hemî westgehên elektrîkê.

 
Fly Erbil Advertisment