Sebah Numan: Terorîst bi êrîşkirina li ser Kormorê tenahiya Iraqê têk didin
Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê li ser wê êrîşa ku şevêdî li ser Zeviya Gazê ya Kormorê hat kirin peyamek weşand û tê de tekez kir ku, komên terorîst bi êrîşkirina li ser Kormorê tenahiya Iraqê têk didin.
Êrîşeka bi dronan şevêdî (Çarşem, 26ê Mijdara 2025ê) li ser Zeviya Gazê ya Kormorê hat kirin û zirareka mezin gihîşt wê zeviyê, aliyên navxweyî û navneteweyî tavilê ew êrîş şermezar kir û xwestin ku bikerên wê êrîşê bên cezakirin.
Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Sebah Numan di peyamekê de got: “Di demekê de ku Iraq ber bi tenahiyê ve diçe û rola xwe ya rastîn li ser herdu astên navxweyî û navneteweyî dilîze, aliyên terorîst bi êrîşeka çepel li ser Zeviya Gazê ya Kormorê li Herêma Kurdistanê, ku şevêdî (Çarşem, 26ê Mijdara 2025ê) rû da, bizavê dikin ku tenahiya Iraqê têk bidin.”
Sebah Nuhman eşkere jî kir: “Her di vî warî de, Serokê Encûmena Wezîran, Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Mihemed Şiya Sûdanî, bi amadebûna Wezîrê Parastin û Wezîrê Navxwe û serokên dezgehên ewlehiyê, serokatiya civîneka bilez kir.”
Navbirî ron jî kir: “Ew civîn ji bo zanîna bertekên van karên tirsinokane û fermana pêkanîna komîteyeka vekolanan a bilind hat kirin, bi serokatiya Wezîrê Navxwe û endametiya her yek ji Serokê Dezgeha Hewalgiriyê ya Neteweyî û Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê, bi piştevaniya Hevpeymaniya Navneteweyî û komîteyeka teknîkî ku ji aliyên peywendîdar ji Fermandariya Operasyonên Hevpar pêk bê, ji bo vekolana vî karî û eşkerekirina van kesên ku tevlî wê bûne û piştgiriyê didinê da ku li gorî qanûnê jêpirsîn pê re bê kirin.”
Derengiya şevêdî (Çarşem, 26ê Mijdara 2025ê) bi rêya dronan êrîşî ser Zeviya Gazê ya Kormorê li Çemçemalê hat kirin, ku bû sedema rawestandina hilberîna gazê li wê zeviyê û hinardekirina gazê ji bo hemî westgehên elektrîkê.
