Wezareta Derve ya Tirkiyeyê êrîşa li ser Zeviya Kormorê şermezar dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyeyê êrîşa li ser Zeviya Gazê ya Kormorê şermezar kir û ragihand ku, êrîşa li ser Kormorê cihê nîgeraniya ye.

Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyeyê Oncu Keçeli îro (Pêncşem, 27ê Mijdara 2025ê) ji ber êrîşa li ser Zeviya Gazê ya Kormorê peyamek li ser tora civakî ya Xê weşand û tê de ew êrîş şermezar kir.

Oncu Keçeli di peyama xwe de got: "Em bi nîgeranî li êrîşa li ser Zeviya Gazê ya Kormorê ya şevêdî (26ê Mijdara 2025ê) dinêrin, ev jî ji ber dilgermiya me ji bo tenahî û jiyaxweşiya Iraqa cîrana me ye."

Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyeyê tekez jî kir: "Em kiryarên bi vî rengî yên ku jêrxaneya sivîl dikin armanc bi tundî şermezar dikin."

Keçeli di derheqa rewşa welatiyan Tirk ên ku li wê zeviyê dixebitin de jî got: "Konsulxaneya giştî ya welatê me li Hewlêrê piştrastî daye ku, ew dê rêkarên pêdivî ji bo parastina can û silametiya wan welatiyên Tirk ên ku li wî cihî dixebitin bi cih bînin."

Nêzî saet 11:30 ê şevêdî (Çarşem, 26ê Mijdara 2025ê) bi rêya dronan êrîşî ser Zeviya Gazê ya Kormorê li qezaya Çemçemalê ya parêzgeha Silêmaniyê hat kirin, ku bû sedema rawestandina hilberîna gazê li wê zeviyê û hinardekirina gazê ji bo hemî westgehên elektrîkê.

 
 

 

Fly Erbil Advertisment