Serok Barzanî: Zaxo dil û canê min e

Serok Barzanî
Serok Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Mesûd Barzanî îro (Yekşem, 30ê Mijdara 2025ê) Gera Yekê ya Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Zaxoyê bi navnîşanê "Zaxo Dixwîne" vekir û serdana pişkên wê kir.

Serok Barzanî kêfxweşiya xwe ji bo vekirina Pêşangeha Navneteweyî ya Zaxoyê anî ziman û ragihand: "Ez spasiya Xudê dikim ji bo van rojên xweş, duhî li Cizîrê û îro li Zaxoyê. Îşela Xudê her xêr û xweşiyan bide, her keyfê bide we û ev pêşangeha pirtûkan a navneteweyî ku îro li Zaxoyê hat vekirin kêfxweşiyeke mezin e."

Serok Barzanî Zaxo wekî bajarê huner, çand û Kurdîniyê wesifand û ragihand: "Zaxo cihê huner, çand, Meranî, Kurdînî û Pêşmergetiyê ye û Zaxo Zaxo ye."

Serok Barzanî ji bo vekirina Pêşangeha Navneteweyî ya Zaxoyê destxweşî kir û ji Zaxoyê re zêdetir pêşketin xwest.

Serok Barzanî li dawiyê jî pesnê xelkê Zaxoyê da û ragihand: "Carekê min got Zaxo canê min e, careke din min got hûn dilê min in. Hûn ne tenê canê min in, hûn dil û canê min in."

Ev Gera Yekê ya Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ye ku li Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê tê lidarxistin. Piştî Hewlêr û Silêmaniyê, Zaxo dibe bajarê sêyê yê Herêma Kurdistanê ku pêşangeheka pirtûkan a navneteweyî li dar dixe.

Di vê pêşangeha de zêdetirî 20 hezar navnîşanên cuda yên pirtûkên tên berçavkirin, ku 50 weşanxane ji 10 welatên cuda tevlî wê bûne.

Ev pêşangeh dê ji bod ema şeş ​​rojan bidome; ji saet 10:00 ê sibehê heta 06:00 ê êvarê dê vekirî be û çalakiyên cuda cuda dê li wê derê bên lidarxistin.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment