Suneyan hejmareka berbijaran bo postê Serokê Parlementoya Iraqê heye
Navenda Nûçeyan (K24) - Serkirdeyên hêzên Suneyan çar berbijar ji bo postê Serokê Parlementoya Iraqê destnîşan kirine. Ji bo yekalîkirina berbijarê sereke yê wî postî, biryar e ku Encûmena Siyasî ya Neteweyî ya Suneyan bicive.
Çavkaniyekê ji Encûmena Siyasî ya Neteweyî ji Kurdistan24ê re eşkere kir ku, her yek ji Musena Samerayî, Ziyad Cenabî, Salim Îsawî û Mihemed Helbûsî ji bo postê Serokê Gera Şeşê ya Parlementoya Iraqê berbijar in.
Her li gorî wê çavkaniyê, serkirdeyên Sune di nav xwe de li hev kiriye ku, her aliyekê Sune yê postê Serokê Parlementoyê werbigire nikare di kabîneya nû de tu wezaretekê werbigire.
Wê çavkaniyê ron jî kir ku, ew ji bo yekalîkirina berbijarê sereke yê wê postê li benda civîna Encûmena Siyasî ya Neteweyî ne, ku her pênc aliyên Sune yên sereke (Teqedûm, Ezim, Hevpeymaniya Serweriyê, Hevpeymaniya Hesima Wetanî û Partiya Cemawerê) li roja Yekşema borî (23ê Mijdara 2025ê) li Bexdayê civiyan û ew encûmen çê kir.
Her li gorî wê çavkaniyê, Suneyan daxwaza Wezaretên Parastin, Bazirganî, Çand, Pîşesazî, Xwendina Bilind û Darayî kiriye, û ji bo vê meremê jî bi hêzên Şîeyan re civiyane lê hîn jî nehatiye yekalîkirin.
