CENTCOM: 15 baregehên veşartî yên DAIŞê li Sûriyeyê hatin jinavbirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, di operasyoneke hevbeş de li başûrê Sûriyeyê derbeke giran li bermahiyên DAIŞê hatiye xistin.

CENTCOMê duh 30ê Mijdarê daxuyaniyek belav kir û hûrgiliyên operasyona ku di navbera 24 û 27ê Mijdarê de pêk hatiye, aşkere kirin. Operasyon bi hevahengiya hêzên Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê li parêzgeha Gundewarê Şamê hatiye encamdan.

Li gorî daxuyaniyê, di encama operasyona bejayî û hewayî de, zêdetirî 15 baregeh û embarên veşartî yên çekan ên DAIŞê hatine rûxandin.

Herwiha hêzên hevbeş dest danîne ser hejmareke zêde ya çek û teqemeniyan û ew jinav birine. Di nav wan de ev hene:

- Zêdetirî 130 guleyên hawanê û mûşek.

- Hejmareke zêde ya çekên sivik û reşaş.

- Mayîn û çekên dij-tank.

- Kereseteyên çêkirina bombeyên vedayî (IED).

- Her wiha birek ji madeyên hişber jî hatine dîtin û jinavbirin.

Fermandeyê CENTCOMê Amîral Brad Cooper li ser vê operasyonê got: "Ev serkeftin destkeftên li dijî DAIŞê diparêze û rê nade wê koma terorîst ku carake din xwe rêxistin bike yan bikare êrîşan hinardeyî nav axa Amerîka û cîhanê bike." 

Cooper herwiha tekez kir, ew ê bi berdewamî û çavvekirî li pey bermahiyên DAIŞê bin.

Hevpeymaniya Navdewletî ku di sala 2014an de hatiye damezrandin, piştgiriya xwe ji bo hêzên herêmî didomîne, da ku DAIŞê bi temamî ji kokê ve rake. Herçend DAIŞ di sala 2019an de ji aliyê erdnîgarî ve têk çûbe jî, hîn wekî şaneyên veşartî metirsiyê çêdike.

 
Fly Erbil Advertisment