Dengvedana serdana Serok Barzanî bo Şirnexê di medyaya Tirkiyeyê de

Serok Barzanî
Serok Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serdana Serok Barzanî ji bo Cizîra Botan û tevlîbûna wî di sempozyûma fîlosof û helbestvanê Kurd Melayê Cizîrî de dengvedaneka berfireh di medyaya Tirkiyeyê de hebû.

Rojnameyan bal kişand ser girîngiya dema wê serdanê û peyamên siyasî, civakî û aştiyane yên Serok Barzanî:

- Rojnameya Şirnex Haberê: Serok Barzanî serdana Şirnexê kir. Serdaneka dîrokî bû ji bo bajarekê dîrokî. Ew dîmenê ku gelê Kurd hizret bû li Cizîrê hat dîtin. Serok Barzanî bi germî hat pêşwazîkirin.

- Rojnameya Mîlletê: Serok Barzanî ji aliyê Parêzgarê Şirnexê, Şaredar û Qeymeqamê wê qezayê ve hat pêşwazîkirin û li Cizîrê tevlî sempozyûma Melayê Cizîrî bû.

- Rojnameya Çeprê ya Birgunê: Serok Mesûd Barzanî li ser pêvajoya aştiyê li Şirnexê axivî. Wî kêfxweşiya xwe anî ziman û spasiya aliyan kir ji bo destpêkirina wê pêvajoyê.

- Malpera T24ê ku nêzîkî opozisyon û CHPê ye: Şanda Dem Partiyê di pêşwazîkirina Serok Barzanî de amade bû. Ayşegul Doğan rexne li endamên rêkxistina wê sempozyûmê girt ku Serokên Şaredariyan venexwendin û parlamenter jî di kêliya dawiyê de karîn tevlî wê bibin.

- Rojnameya Newrozê ku nêzîkî Dem Partiyê ye: Serok Mesûd Barzanî li Cizîrê got, "Em piştgiriyê didin pêvajoya aştiyê û ji destpêkirina pêvajoyê kêfxweş in. Ez spasiya Serokkomarê Tirkiyeyê û Birêz Ocalan dikim, ji bo vekirina rêya aştiyê.

- Rojnameya Yeni Birlikê: Serok Barzanî kêfxweşiya xwe ji bo pêvajoya aştiyê anî ziman û got, "Çi ji destê me bê, em dikin. Vê carê pêvajo bi awayekî plankirî hatiye destpêkirin û ez hêvî dikim ku ew dê bibe sedema encamên baş.”

Hemî ajansên nûçeyan ên Tirkiyeyê ew serdan romal kir. Ajansa IHAyê ragihand ku, Serok Barzanî li Cizîrê serdana Medreseya Sor û deverên dîrokî kir.

 
Fly Erbil Advertisment