Fethullah Elçî: Hatina Serok Barzanî bo Cizîra Botan hişmendiya neteweyî li Bakur zindî kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Hereketa Zimanê Kurdî (HezKurd) Fethullah Elçî, li ser serdana Serok Mesûd Barzanî bo Cizîra Botan diyar kir ku vê serdanê kelecaneke mezin di dilê hemû Kurdan de çêkiriye. Elçî destnîşan kir, Serok Barzanî ne tenê serokê partiyekê yan parçeyekî ye, belkî serokê hemû Kurdan e.
"Hasret û wesiyeta Ehmedê Xanî bi cih hat"
Fethullah Elçî ji Kurdistan24ê re behsa coş û kelecana xelkê Bakurê Kurdistanê ya li hember serdana Serok Barzanî kir û got: "Kesayeta Serok Barzanî li ser hemû sîyaset û îdeolojiyan e. Serok Barzanî îro bûye ew 'Padîşahê lîayiqî kulah' ku Ehmedê Xanî hesret û daxwaza wê dikir. Bi hatina wî bo Cizîra Botan, dilê hemû Kurdan geş bû û Kurd hemû gihandin hev."
Rêveberê HezKurd anî ziman ku vê serdanê hişmendiya neteweyî zindî kiriye û rihê Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî û Bedirxaniyan şad kiriye.
Fethullah Elçî di berdewamiya axaftina xwe de peyamek rasterast arasteyî Serok Barzanî kir û got: "Tu bavê me Kurdan î, tu Pêşmergeyê Kurdistanê yî û em hemû jî Pêşmergeyên Kurdistanê ne. Daxwaza me ew e ku destê te zêdetir li ser Bakurê Kurdistanê be, da ku em bikarin rêbaza pîroz li vir zindîtir bikin."
Bandora Serdanê li ser Ciwanan
Elçî bal kişand ser wê yekê ku tevî hemû astengî, sansûr û hewldanên tunekirinê jî, serdana Serok Barzanî bûye sedem ku bi sedan ciwanên Kurd bi ala Kurdistanê û bi hestên neteweyî pêşwaziyê lê bikin.
Herwiha got: "Me duh bi çavên xwe dît û jiyan kir ku Serok Barzanî bi rabûn û rûniştina xwe, hemû astengî û pirsgirêk rakirin û hestên neteweyî di dilê ciwanên Kurd de zindî kirin."
Di dawiyê de, Fethullah Elçî serdana Serok Barzanî ya bo Cizîra Botan wekî "rojeke dîrokî" pênase kir û hêvî xwest ku di demek nêz de dîsa Serok Barzanî li Bakurê Kurdistanê bibînin.
