Parêzgarê Hewlêrê: Rewşa gundê Lacanê aram bûye

Omêd Xoşnaw
Omêd Xoşnaw

Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgarê Hewlêrê ragihand: “Ew aloziyên ku li gundê Lacanê çê bûn armancar bûn û ji ber têkdana medyayî rewş hat alozkirin, lê niha rewş bi temamî aram bûye û şêniyên wî gundî vegeriyane ser mal û halên xwe.”

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw îro (Sêşem, 2ê Berçileya 2025ê) pesna rola hêzên ewlehiya navxweyî kir, ku tevî bizavên çêkirina gêleşokê, bi rengekê tena û serxwe serederî kiriye.

Omêd Xoşnaw tekez jî kir ku, rêkarên qanûnî yên tund dê li dijî hemî kesên ku tevlî şewitandina nivîsîngehan, girtina rêyên giştî û têkdana ewlehiya deverê bûne bên wergirtin.

Navbirî di derheqa sedeman de jî amaje da ku, ew şîrketa li wê deverê dixebite ji bo wî gundî xizmetên cuda cuda yên wekî dibistan, navendên tenduristiyê û avê dabîn kirine û bi dehan derfetên karî ji bo şêniyên wî gundî peyda kirine.

Li gorî Parêzgarê Hewlêrê, bizavên têkdana rewşa gundê Lacanê dişibin kiryarên têkderane yên ku li dijî Zeviya Kormorê tên kirin.

Omêd Xoşnaw li ser ziraran jî eşkere kir ku, di encama wan rûdanan de welatiyek hat kuştin û pênc welatî û Pêşmergeyek jî birîndar bûn.

Navbirî di pareka din a gotinên xwe de di wê konferansa rojnamevanî de ragihand ku, hêzên ewlehiyê kesek girtiye, ku Serokê Komîteya Xebata Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ye û roleka sereke di gurkirina wê têkdanê de hebû, û dema ku bizav dikir ku bireve Kerkukê hatiye girtin.

Parêzgarê Hewlêrê amaje jî da ku, delîlên vîdyoyî yên tevlîbûna wî hene û dê wekî her tometbarekê din li dijî wî jî rêkarên qanûnî bên wergirtin.

Omêd Xoşnaw di dawiya wê konferansa rojnamevanî de jî ragihand ku, vekolan berdewam in û di demeka nêzîk de jî hûrguliyên wê bûyerê dê bi temamî ji raya giştî re bên pêşkêşkirin.

Fly Erbil Advertisment