Bulent Arinç: Yên rexneyan dikin Serok Mesûd Barzanî nas nakin
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê berê yê Parlamentoya Tirkiyeyê û yek ji damezrîner û kesatiyên navdar ên AK Partiyê Bulent Arinç di ronkirineka têr û tesel de piştgiriya xwe bi tevahî ji bo tevlîbûna Serok Mesûd Barzanî di Sempozyûma Melayê Cizîrî ya li Şirnexê de anî ziman û piraniya rexne û gêleşoka ku li ser wê serdanê çê bûye bêbingeh û xelet binav kir.
Piştgiriya naveroka wê serdanê û girîngiya kesên amadebûyî
Bulent Arinç tevlîbûna Serok Barzanî di wê merasîmê de wekî pêngaveka erênî binav kir û pesnê wê yekê da ku, civîneka wesa bi amadebûna Cîgirê Wezîrê Navxwe, walî, parlamenterên niha û yên berê yên AK Partiyê û zanayên mezin hatiye rêkxistin. Bi bawera wî, lidarxistina çalakiyeka zanistî di wê astê de karekê gelek durist û pêdivî bû.
Arinç li ser wan gotgotk û nîqaşên ku di hundirê Tirkiyeyê de çê bûne jî amaje da ku, piraniya wan kesên ku rexne dikin an daxuyaniyên neyînî didin ew kes in ên ku Mesûd Barzanî nas nakin û têgihîştineka xelet heye.
Navbirî ji wan re bi bîr xist ku Barzanî ji sala 1979ê ve serokatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dike, ku li Başûrê Kurdistanê xwediya piraniya desthilatê ye, û pêştir jî wek Serokê Herêma Kurdistanê kar kiriye, ji ber vê yekê jî serederîkirina bi wî re serederiyeka fermî ye.
Aliyên çandî û dîrokî
Arinç di pareka din a nivîsa xwe de behsa girîngiya wê sempozyûmê kiriye û ron kiriye ku, Melayê Cizîrî yek ji zanayên mezin ên serdema Osmanî ya 1567-1640 bû.
Navbirî Amaje jî da ku kesatiyên wekî Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî û Feqiyê Teyran her çend bi eslê xwe Kurd bin jî, lê pareka nirxên çandî û olî yên hevpar ên deverê ne, ji ber vê yekê jî li gorî bawera wî şaşfêmkirina bîranîna wan zanayan karekê neguncayî ye.
Peyamên siyasî û qonaxa nû
Bulent Arinç li wê bawerê ye ku, ev civîn û coşa ku li deverê çê kiriye dê bibe xaleka werçerxê ya girîng, xasma jî ku Serok Barzanî di axaftina xwe de peyameka pir girîng li ser pêvajoya aştiyê û rewşa niha pêşkêş kir, lewma jî ew rexnekirina li wê civînê bi xwe wekî karekê nerewa dibîne.
