Amerîka mezintirîn konsulxaneya xwe ya li cîhanê li Hewlêrê vedike
Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulxaneya nû ya Amerîkayê li Hewlêra paytext, îro 3ê Berçileya 2025an bi merasîmeke fermî tê vekirin. Ev avahî wekî "mezintirîn konsulxaneya Amerîkayê li ser asta cîhanê" tê naskirin.
Li gorî zanyariyan, merasîma vekirinê dê bi beşdariya Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê yê ji bo Karûbarên Rêveberî û Çavkaniyan, Michael Rigas, pêk were.
Hûrgiliyên Projeyê: Wekî Bajarokekî Biçûk
Komelgeha Konsulxaneyê ne tenê avahiyeke îdarî ye, belkî wekî bajarokekî biçûk hatiye dîzaynkirin, ku li ser rûbereke 206 hezar mêtre çargoşe hatiye avakirin. Projeya ku lêçûna wê zêdetirî 795 milyon dolar e, di sala 2018an de dest pê kiribû.
Di nava kolmegeh de, ji bilî nivîsgehên îdarî, ev beş jî hene:
- Cihê niştecîbûna karmendan.
- Cihê mana tîmên ewlehiyê û mêvanan.
- Firoşgeh û parkînga otomobîlan.
- Rûbereke berfireh ji bo hêşînahiyê.
Dostê Jîngehê û Teknolojiya Pêşketî
Avahî li gorî standardên herî bilind ên teknolojîk û jîngehparêzî hatiye çêkirin. Li gorî daneyan, 15% ji pêdiviya wê ya elektrîkê dê bi rêya wizeya rojê bê dabînkirin û xwedî sîstemeke pêşketî ya vezîvirandina (recycling) avê ye.
Di vê komelgehê de hezar kes dikarin cih bigirin. Vekirina vê konsulxaneyê li Hewlêrê, wekî nîşana giringiya peywendiyên Amerîkayê bi Herêma Kurdistanê re tê nirxandin.
