Mihemed Hesan: Ez daxwaz dikim herdu hikûmetên Hewlêr û Bexdayê bi zûtirîn dem bên avakirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li daxwaza lezkirina di avakirina hikûmetên nû yên Iraq û Herêma Kurdistanê de kir û ragihand: “Her çend erkê UNAMIyê di destpêka sala bê de bi dawî dibe jî, lê divê têkiliyên Hewlêr û Bexdayê li ser bingeha destûrê bên rêkxistin û êrîşên li ser dezgehên enerjiyê bên rawestandin.”
Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Îraqê û Serokê Nûnerê UNAMIyê yê Bexdayê li Encûmena Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî Mihemed Hesan îro (Sêşem, 2ê Berçileya 2025ê) li ser pêşketinên dawiyê yên Iraqê gotarek pêşkêş kir.
Mihemed Hesan di gotara xwe de got: “Ez daxwaz dikim ku hikûmetên nû yên Herêma Kurdistanê û Iraqê bi zûtirîn dem bên avakirin, ku dê bibe sedema çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan de û baştirkirina têkiliyên wan. Em hêvî dikin ku pirsgirêkên hilawîstî yên di navbera Hewlêrê û Bexdayê de li ser bingeha destûrê bên çareserkirin û hevahengiyê bikin.”
Navbirî amaje jî da: “Niha li Iraqê nêzîkî milyonek awareyên navxweyî hene, herwesa zêdetirî 100 hezar Êzîdîyên xelkê Şingalê piştî 11 salan hîn jî di kampan de dijîn û di rewşeka xirab de ne û pareka wan heta niha ji destê DAIŞê nehatine rizgarkirin.” Amaje jî da: “Tevî ku Iraq li ser hevrikiyên navxweyî zal bûye jî, lê heta niha pirsgirêkên ewlehî û aborî bi tevahî nehatine çareserkirin.”
Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê amaje jî da ku, ew ji ber êrîşên li ser dezgehên Iraqê û bi taybetî jî êrîşa li ser Zeviya Gazê ya Kormorê pir nîgeran e û divê ev êrîş yekser bên rawestandin û kesên ku berpirsiyar in divê bên darizandin.
Mihemed Hesan herwesa ragihand ku, hikûmeta Iraqê berpirsiyara bicîhanîna standardên parastina mafên mirovan e, wekî mafên pêkhateyan, ciwanan û jinan, herwesa azadiya ramanê ku bingeha civaka demokratîk e.
Navbirî herwesa bang li serkirdeyên Iraqê jî kir ku, rêzê li keçan bigirin, rêyê li zewaca zû bigirin û wê pirsgirêkê çareser bikin ji ber ku Iraq bi Neteweyên Yekgirtî re ber bi qonaxeka nû ve diçe.
Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê herwesa got: "Her çend erkê UNAMIyê li Iraqê di destpêka sala bê de diqede jî, lê hevahengiya me bi wî welatî re dê berdewam be û qonaxeka nû dê dest pê bike û em dê li ser piştgirîkirina Iraqê berdewam bin, da ku bi şêwirmendiya Neteweyên Yekbûyî li ser mijarên aborî, keşûhewa, mafên mirovan, awareyan, tevlîbûna çalak a jinan, ciwanan û pêkhateyên navxweyî xwe ji nû ava bike."
