Alan Heme Seîd: Kurdistan Foundationê gelek xizmeta sektora perwerdeyê kiriye

Alan Heme Seîd
Alan Heme Seîd

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got: “Projeya nûjenkirina 100 dibistanan di salvegera yekê ya damezrandina Kurdistan Foundationê de hat ragihandin, ku ev jî ji bo sektora Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê destkeftiyeka mezin e.”

Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Alan Hama Seîd îro (Sêşem, 2ê Berçileya 2025ê) ji Kurdistan24ê re ragihand: “Di salvegera yekê ya damezrandina Kurdistan Foundationê de, projeya nûjenkirina 100 dibistanan hat ragihandin.”

Alan Hama Seîd herwesa got: “Baxçe dê ji bo wan hemî dibistanan bên çêkirin, fîlter û tankerên avê yên tevaya dibistanan dê bên guhertin û paqijkirin, da ku xwendekaran ava paqij hebe ji ber ku ev yek ji standardên navneteweyî ye.”

Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje jî da ku, Kurdistan Foundationê di dema salekê de gelek xizmeta sektora Perwerdeyê kiriye.

Kurdistan Foundation, ku wekî toreka rêxistinê ya sivîl (NGO) û ne-qezencxwaz tê naskirin, armanc dike ku civakê li ser bingeha nirxên bilind û modern baştir bike. Ew ji bo bihêzkirin û pêşxistina Herêma Kurdistanê li ser hîmên neteweperwerî, avakirin û pêşketinê kar dike.

 
 
Fly Erbil Advertisment