Mesrûr Barzanî: Em dê bi Amerîkayê re pabendî stratejiya xwe ya hevpar bin

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 3ê Berçileya 2025ê) di merasîma vekirina avahiyê  nû yê Konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê de bixêrhatina mêvanan kir û ragihand: "Ez pir serbilind û kêfxweş im ku îro li vê derê me. Ev avahiya nû mîna çiyayekî ye, naheje. Ev nîşana têkiliya xurt a di navbera Amerîkayê û gelê Herêma Kurdistanê de ye.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa got: "Ez ji bo vê avahiya xweşik û bêhempa, ku kevirê bingehîn ê têkiliyên me ye û nimûneyeka xweşik a têkiliyên me yên bi Amerîkayê re ye, li her kesî pîroz dikim."

Amaje jî da: "Amerîka di demên borî de li kêleka me rawestiyaye. Her gava ku me hewcedarî pê hebûbe, ew bi me re bûne. Li sala 1991ê, piştî serhildana mezin, Amerîkayê alîkariya me kir û me devereka tena û dijefirîn ji me re çê kir."

Ron jî kir: "Dema ku DAIŞê êrîş kir ser çend parêzgehên Iraqê û bû sedema gefê li ser Herêma Kurdistanê, Amerîka dîsa hat û hevpeymanî çê kir û alîkariya me kir ku em terorê ji holê rakin."

Herwesa got: "Her Amerîka bû ku alîkariya me kir, ji bo avakirina wî welatê ku em lê dijîn. Bêyî Amerîkayê, zehmet bû ku ev yek çê bûba. Amerîka bû ku rejîma dîktatorî ya herî hov li Iraqê hilweşand.”

Herwesa got: "Ji ber vê yekê, li Herêma Kurdistanê, em ji bo her tiştê ku Amerîkayê ji bo me kiriye pir spasdar in. Em bi hevpeymaniya Amerîkayê serbilind in û em dê ji bo pêngavên bê û qonaxa bê bi Amerîkayê re berdewam bin.”

Tekez jî kir: "Me li Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tevahî bawerî heye, em dê piştgiriyê bidin siyaseta Serok Trump, em dê bi Amerîkayê û hikûmeta Iraqê re berdewam bin."

Di derheqa avakirina hikûmeta nû ya Iraqê de jî ragihand: "Em nêzîkî avakirina hikûmeta nû ya Iraqê dibin. Em dixwazin ku hikûmeta nû rêzê li destûrê bigire û bizavê bike ku rêzê li her pêkhate û ola ku li Iraq û Herêma Kurdistanê dijî bigire."

Tekez jî kir: "Em serbilind in ku Herêma Kurdistanê bûye penagehek, ji bo hemî kesên ku dixwazin li cîhekê ewle bijîn û li vê derê parastî ne."

Li dawiyê jî amaje da: "Her gava ku me hewcedarî bi Amerîkayê hebûbe, piştgirî daye me. Niha em jî piştgiriyê didin ên din. Bi hev re em dikarin welatekê xweşiktir û devereka xweşiktir û paşerojeka xweşiktir çê bikin."

 
Fly Erbil Advertisment