Festîvala Tehîn û Berhemên Xwemalî li Amêdiyê dest pê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Qezaya Amêdiyê ya ser bi parêzgeha Dihokê ve, "Festîvala Tehîn û Berhemên Xwemalî" bi beşdariyeke berfireh hat lidarxistin.
Parêzgarê Dihokê Dr. Elî Teter îro 4ê Berçile beşdarî festîvalê bû û di kongreyeke rojnamevanî de pesnê kalîteya tehîna herêmê da û got: "Bê guman, baştirîn cureyê tehînê li ser asta vê deverê û cîhanê jî, tehîna Amêdiyê ye."
Dr. Elî Teter tekez kir, divê ev festîval bibe kevneşopiyeke salane û her sal di dema pêgihiştina berhemê kuncî de were lidarxistin.
Parêzgar kêfxweşiya xwe li hember beşdariya ciwanan anî ziman û wiha axivî: "Tiştê ku ez herî zêde pê kêfxweş bûm, ew e ku hejmareke mezin ya ciwanan beşdarî vê festîvalê bûne. Piştî wan pêşketinên di kerta çandiniyê de, em dibînin ku sal bi sal ciwanên nû tên nav vê kertê."
Parêzgarê Dihokê bal kişand ser piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo cotkaran û got: "Beriya sê salan, dema ku Serok Barzanî serdana vê deverê kiribû, hikûmet raspard ku girîngiyeke zêdetir bidin kerta çandinî û geştiyariyê li vê deverê."
