PDK-S: Divê Kurd di paşeroja Sûriyeyê de bibin hevparê rastîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) ragihand, Sûriye ji "Bereya Muqawemeyê" derbasî nav "Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî Terorê" bûye û di vê qonaxa nû de daxwaza çareseriyeke siyasî kir ku mafên hemû pêkhateyan û Kurdan tê de bê garantîkirin.

Polîtburoya PDK-Sê ku di 11ê Mijdara borî de civîna xwe ya asayî lidar xist û îro 4ê Berçile encamnameya civînê ji raya giştî re belav kir. Di civînê de geşedanên dawî yên siyasî, pêwendiyên ligel rêveberiya nû ya Şamê û rewşa navxweyî ya Kurdan hatin gotûbêjkirin.

"Vebûna cîhanê li ser rêveberiya nû ya Şamê"

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, civaka navdewletî deriyên xwe li ber rêveberiya heyî ya li Şamê vekirine. Polîtburoya PDK-Sê ev guhertin wiha nirxand:

"Sûriye ji bereya ku jê re digotin 'muqaweme', derbasî nava Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî terorê bûye. Ev veguhastin bandoreke rasterast li paşeroja Sûriyeyê û pêgeha wê ya herêmî dike."

PDK-Sê tekez kir, divê ev pêşhatên nû xizmeta çareseriyeke siyasî ya berfireh bikin, bi şertê ku "mafên hemû pêkhateyan û Kurdan tê de parastî bin û bibin şirîkên rastîn di diyarkirina paşeroja welêt de."

Pêwendiyên ligel Rêveberiya Nû ya Sûriyeyê:

Di civînê de amaje bi wê hate kirin, divê her derfeteke peywendiya siyasî were nirxandin û bikaranîn, bi şertê ku xizmeta doza gelê me bike.

Lêbelê PDK-Sê tekez kir, "ev gav divê bi pabendbûna prensîb û helwestên hevbeş ên Tevgera Siyasî ya Kurdî werin avêtin û ev helwest li gorî guhertinên bilez ên li herêma me werin nûkirin. " 

Her wiha biryar hat dayîn ku peywendiyên ligel hemû hêzên niştimanî yên Sûriyeyê berdewam bikin û PDK-S di hemû qadan de xwedî beşdariyeke siyasî ya çalak be.

Yekrêziya Helwesta Kurdî:

Polîtburoya PDK-Sê, şêwazên danûstandina ligel rêveberiya hevbeşên xwe yên di encamên Konferansa 26ê Nîsana 2025an de gotûbêj kirin. Ev danûstandin dê bi rêya navbeynkar û dostên ku giringiyê didin doza Kurdî, bêne kirin.

Civînê tekezî li ser van xalan kir:

1- Divê em bigihîjin formeke "hevbeşiya rastîn" ku mafên neteweyî yên gelê me misoger bike.

2- Ev hevbeşî divê li ser bingeha nêrîna siyasî ya hevbeş a ku di Konferansa 26ê Nîsanê de derketiye, were avakirin û berjewendiyên gel biparêze.

3- Bi tundî hat destnîşankirin ku divê li herêmên me dawî li "tekrewiya" (yekalîbûna) di biryarên siyasî û îdarî de were anîn.

ENKS destkeftiyeke girîng e

Di beşeke din a daxuyaniyê de, bal hat kişandin ser rola Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) û wekî "destkeftiyeke siyasî ya girîng" hat pênasekirin. Civînê tekezî li ser parastina yekrêziya ENKSê û aktîvkirina saziyên wê kir, da ku di vê qonaxa hestiyar de rola xwe bibîne.

Di dawiyê de, PDK-Sê biryar da ku pêkhateya xwe ya rêxistinî li navxwe û derveyî welat (Ewropa, Tirkiye, Herêma Kurdistanê û hwd.) xurtir bike û hebûna xwe li ser tevahiya cografyaya Sûriyeyê ku Kurd lê dijîn, berfirehtir bike. 

 
Fly Erbil Advertisment