Mesrûr Barzanî fermana nûjenkirina goristana Xiristiyanan û cezakirina têkderan da

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Nivîsîngeha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li beranberî şêwandina goristana Xiristiyanan a Koyeyê nerazîbûna xwe bi tundî diyar kir û biryar da ku, ew goristan bê nûjenkirin û hêzên ewlehiyê jî raspartin ku bikerên wê kiryarê desteser bikin.

Nivîsîngeha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 4ê Berçileya 2025ê) di helwesteka fermî de destdirêjiyên ku li ser goristana Xiristiyanan li bajarê Koyeyê hatine kirin wekî karekê têkderane û şermezarker wesif kir.

Li gorî ragihandia Nivîsîngeha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hemî dezgehên peywendîdar ên hikûmetê hatine raspartin ku divê bi lez dest bi vekolanê bikin û rêyê nedin ku tawanbar ji qanûnê derbikevin, belkî divê ew bên dîtin û cezayê xwe yê tund werbigirin.

Herwesa wekî peyameka piştrastbûnê ji bo xûşk û birayên Xiristiyan û ji bo nehêlana şûnwarên wê kiryara nexwestî, bi fermana rasterast a Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, biryar hat dayîn ku tevahiya wê goristanê bê nûjenkirin.

Ragihandia Nivîsîngeha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê:

Em kiryarên nehejî û wêranker ên li dijî çend gorên xûşk û birayên Xiristiyan ên li qezaya Koyê bi tundî şermezar dikin. Em vê kiryarê bi her awayî şermezar dikin û em bang li dezgehên hikûmetê dikin ku, tavilê vekolanên pêdivî bikin da ku tawanbaran ceza bibînin û ceza bikin. Herwesa ew goristan jî dê bi fermana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê nûjenkirin.

Xiristiyan pêkhateyeka resen a Kurdistanê ne û Herêma Kurdistanê wekî her gav bingeh û mînakeka geş a pêkvejiyana aştiyane û yekrêziya di navbera hemî pêkhateyan de bûye û em dê rêyê nedin ku tu kesek vê rewşê têk bide.

Nivîsîngeha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

4/12/2025

 
Fly Erbil Advertisment