Mesrûr Barzanî bi Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Navxwe yê Îmaratê re civiya
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Ebûzebiyê bi Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Navxwe yê Îmaratê re civiya û alîkarî û hevahengiya di navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê de di warên cuda cuda de nîqaş kirin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 4ê Berçileya 2025ê) êvarê li Ebûzebiyê bi Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Navxwe yê Îmaratê Şêx Seyf bin Zayîd Al Nehyan re civiya.
Herdu aliyan di wê civînê de tekez li ser girîngiya zêdetir pêşxistina têkiliyên dostane, alîkarî û hevahengiya di navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê de di warên cuda cuda de tekez kir.
Di pareka din a wê civînê de, herdu aliyan dîtinên û nerînên xwe li ser guhertinên dawiyê yên rewşa giştî ya Iraq û deverê li hev guhertin.
