Desteya Mafên Mirovan: Şkandina goran planek e bo çandina tovê duberekiyê
Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan li Herêma Kurdistanê şêwandina goristana Xiristiyanan li Koyeyê bi tundî şermezar kir, rehendekê xeter ji bo wê rûdanê berçav kir û haydarî da ku, ev kar ne tesadufî ye belkî planeka darêtî ye ji bo têkbirina aştiya civakî û çêkirina gêleşokê di navbera pêkhateyan de.
Li gorî ragihandina Desteya Mafên Mirovan, ew destdirêjiya şevêdî li ser goristana Xiristiyanan li Koyeyê hatiye kirin ne tenê têkdana çend kêliyan e belkî destdirêjiyeka eşkere ye li ser pîroziyên xûşk û birayên Xiristiyan û wê dîroka kevnar a pêkvejiyana ku dever pê tê naskirin.
Komîteya navbirî guman dike ku ev bûyer bê sedem be, belkî li wê bawerê ye ku destek li pişt vî karî heye ku armanca wê ya sereke çandina tovê duberekiyê û têkdana nasnameya civakê ye, lê tekez kir ku hişyariya welatiyan dê planên wesa bişkîne.
Li ser asta qanûnî, wê komîteyê bang li aliyên ewlehiyê yên Koyeyê kir ku ji bo dîtin û darizandina tawanbaran bi rengekê cidî li ser wê dozê bixebitin. Herwesa ragihand ku, ew dê wekî çavdêr ji nêz ve haydarî tevgera vekolanan bin heya ku encam bên eşkerekirin.
Ragihandina Desteya Mafên Mirovan temamkera wê pêla nerazîbûnên fermî û gel e ya ku piştî wê bûyerê peyda bû. Pêştir jî Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parêzgeha Hewlêrê û Dêra Kildanan helwestên tund li ser vê mijarê ragihandin.
Ev yekdengiya li ser şermezarkirina wê bûyerê nîşan dide ku, parastina mafên kêmaniyan û azadiya olî li Herêma Kurdistanê yek ji stûnên sereke yên mafên mirovan û ewlehiya civakî tê hesibandin.
