Zeyta Kurdistanê bêyî madeyên kîmyayî dikeve bazarê
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Herêma Kurdistanê demsala berhevkirina zeytûnan dest pê kiriye, lê cotkar didin zanîn ku îsal ji ber guherîna keşûhewayê berhem gelekî kêm bûye. Tevî vê yekê, 7 kargehên fermî li Herêma Kurdistanê zeytûnan ji cotkaran dikirin û zeyteke pak hildiberînin.
Li gorî zanyariyan, îsal ne tenê li Herêma Kurdistanê, li welatên wekî Sûriye, Libnan û Filistînê jî berhema zeytûnan kêm bûye.
Sabir Hacî Zahîr ku xwediyê baxê zeytûnan e, ji K24ê re ragihand: "Îsal bi giştî berhem gelek kêm e. Baxê ku par 7 heta 10 ton berhem dida, îsal belkî 400-500 kîlo berhem nedaye."
Cotkaran tekez kir, hebûna kargehan gaveke gelekî girîng e. Berê cotkaran nedizanîn berhema xwe çi bikin, lê niha bi saya van kargehan, zeytûnên wan tên kirîn û ev yek bûye handan ku xelk zêdetir darên zeytûnan biçînin.
Yek ji kargehên li Îdareya Raperînê, zeytûnên cotkaran ji seranserê Kurdistanê dikire û bi teknîka "Pestana Sar" (Cold Press) û bêyî bikaranîna madeyên kîmyayî, zeyteke xwezayî û bi kalîte derdixe bazarê.
Serperiştyarê kargehê Refet Kemal ku xelkê Efrînê ye û temenê wî 60 sal e, behsa sûdên zeyta zeytûnan dike. Refet Kemal dibêje: "Ez rojane qedehek zeyta zeytûnan vedixwim. Ji ber vê yekê tenduristiya min pir baş e û porê min spî nebûye. Ez bang li xelkê dikim ku vê zeytê bikar bînin, ji ber ku derman e."
Li gorî amarên Wezareta Çandiniyê, li Herêma Kurdistanê 1500 baxên zeytûnan bi fermî hatine tomarkirin û zêdetirî 1 milyon û 500 hezar darên zeytûnan lê hene. Beşek ji van zeytûnan ji bo xwarinê û beşa herî zêde jî ji bo derxistina zeytê tê bikaranîn.
