Bûyera Hermoteyê Misilman û Mesîhiyên Koyeyê zêdetir nêzîkî hev dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Li dijî wan kesên ku destdirêjî kiribûn ser goristana Xiristiyanan li gundê Hermote, mamosteyên olî yên Misilman û kesayetên navdar ên Koyeyê helwesteke dîrokî û şaristanî nîşan dan.

Şandeyek ji melayên olî û kesayetên Koyeyê îro 5ê Berçile bi çepkên gulan ve serdana goristana gundê Hermote kir. Armanca serdanê, nîşandana hevsoziyê û şermezarkirina wê êrîşa nebaş a li ser gorên welatiyên Mesîhî bû.

"Ti kes nikare biratiya me têk bide"

Di serdanê de, mamosteyên olî tekez kirin ku tu hewldaneke têkder nikare derzê bixe nava pêkhateyên bajêr û prensîbên dîrokî yên biratiyê lekedar bike.

Keşe Zeya: Ev bûyer bû sedema bihêzbûna me

Keşeyê Dêra Koye û Hermote, Peder Zeya Şaba, spasiya vê helwesta mêrxasane kir û ragihand: "Ev bûyer wekî zengeke hişyarkirinê bû ji bo hemûyan. Her çiqas bûyereke bi êş bû, lê bû sedem ku peywendiya dîrokî ya bi sedan salan a di navbera Misilman û Mesîhiyên deverê de kûrtir û bihêztir bibe."

Keşe Zeya biratiya navbera pêkhateyan bi "avahiyeke ku bingeha wê ji kevir e" binav kir û got, ew li hemberî her hewldaneke têkderan xweragir e û ti bayekî lawaz nikare wê biratiyê birûxîne.

Di dawiya peyama xwe de, Keşe Zeya hêvî xwest ku bûyerên wiha li ti cihê Kurdistanê dubare nebin û daxwaza lêborînê ji malbatên wan miriyan kir ku gorên wan hatine şêwandin.

 
Fly Erbil Advertisment