Grûpa Dostaniya Kurd û Kanadayê li Parlamentoya Federal hat aktîvkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya hewldanên dîplomatîk de, Konfederasyona Revenda Kurdistanî mizgîniya aktîvkirina Grûpa Dostaniya Kurd û Kanadayê li Parlamentoya Federal a Kanadayê da.

Ev ragihandin bi amadebûna Serperiştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî Şîfa Barzanî pêk hat. Aktîvkirina vê grûpê wekî destkeftiyeke girîng ji bo xurtkirina pêgeha Kurdan li navendên biryardanê yên Kanadayê tê dîtin.

Di qonaxa nû de, Tom Kmiec wekî serokê nû yê Grûpa Dostaniya Kurd û Kanadayê hat hilbijartin. Tom Kmiec wekî dostekî dilsoz ê doza Kurdî tê naskirin. Ew cihê Ziyad Ebulteyf digire ku berê serokatiya vê grûpê dikir û roleke berçav di avakirina pira pêwendiyan de hebû.

Konfederasyona Revenda Kurdistanî tekez kir ku ew ê ji nêz ve ligel vê grûpê kar bikin, da ku rola Kurdan li Kanadayê çalaktir bikin.

Hat diyarkirin ku biryar bû beşek ji endamên vê grûpê meha borî beşdarî Foruma MEPSê li Dihokê bibûna, lê ji ber mijûlbûna Parlamentoya Kanadayê bi gotûbêjên hestiyar ên budçeya sala 2026an, serdana wan pêk nehatibû.

Ev grûp di sala 2016an de hatibû damezrandin û di destpêkê de zêdetirî 20 parlamenteran tê de endam bûn.

 
Fly Erbil Advertisment