Pêşangeha Zaxoyê: Daxwaza li ser pirtûkên zarokan bilind e

Zaxo (K24) – Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Zaxoyê bi germî berdewam e û di îsal de bala herî zêde ketiye ser pirtûk û berhemên taybet ên zarokan. Navenda Vekolînên Kurdî ya Zanîngeha Zaxoyê bi projeyên nû tevlî pêşangehê bûye û berhemên wan rastî daxwazeke mezin hatine.

Li gorî zanyariyan, pirtûka "365 Roj ji bo Zarokan" ku nûtirîn berhema Navenda Vekolînên Kurdî ya Zanîngeha Zaxoyê ye, di nava pêşangehê de bûye yek ji wan pirtûkan ku herî zêde tê firotin.

Mamoste Warhêl Ebdulbaqî derbarê projeyên wan de ragihand, nêzîkî 100 pirtûkên zarokan hatine wergerandin û amadekirin. Ji wan heta niha du pirtûk hatine çapkirin.

Warhêl Ebdulbaqî got: "Ev projeyek e û em ê di salên pêş de mil bi milê pirtûkên akademîk û zanistî, xizmeta zarokan jî bikin. Armanca me ew e ku berhemên zarokan zêdetir li ber dest bin û em hizir û hişê zarokan bi van berheman bilivînin."

Li gorî amarên hatine belavkirin, di çar rojên destpêkê yên pêşangehê de zêdetirî 30 hezar kesan serdana Pêşangeha Navdewletî ya Zaxoyê kirine. Hat ragihandin ku 20 hezar sernavên pirtûkan di pêşangehê de hatine nimayişkirin û bi sedan ji wan taybet in bi zarokan.

Zarok û xwendekarên ku serdana pêşangehê dikin, kêfxweşiya xwe tînin ziman. Hinek ji wan pirtûkên fêrbûna zimanê Îngilîzî, hinek dîrokî û hinek jî yên wêjeyî wekî Melayê Cizîrî dikirin.

Firoşkarê pirtûkan Şivan Mihemed jî destnîşan kir, her çend asta xwendinê di nava mezinan de ne li gorî daxwazê be jî, lê daxwaza li ser pirtûkên zarokan gelek bilind e.

Şivan Mihemed got: "Ev yeka hanê nîşan dide ku paşeroj dê gelek baştir be, ji ber ku dema ev zarok mezin bûn, dê bibin xwendevanên baş."

Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Zaxoyê heta roja Şemiyê dê deriyên xwe ji bo xwendevan û hezkiriyên pirtûkan vekirî bihêle.

 
Fly Erbil Advertisment