Peyama Serok Barzanî li Konferansa Aştiyê: Di aştiyê de mirovahî sûdmend dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî peyameke taybet arasteyî "Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî" kir ku li Stenbolê tê lidarxistin. Serok Barzanî di peyama xwe de piştgiriya xwe ya tam ji bo pêvajoya nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ragihand.

Li Stenbolê îro 6ê Berçile konferansa ku ji aliyê DEM Partiyê ve hatiye organîzekirin dest pê kir. Peyama Serok Barzanî ji aliyê Endama Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Emîne Zîkrî ve hat xwendin.

Serok Barzanî di peyama xwe de tekezî li ser giringiya aştiyê kir û got: "Her dem diyalog û lihevkirin ji şer û aloziyan çêtir e û di gotûbêj û aştiyê de mirovahî biser dikeve. Her wiha bal kişand ser rewşa herêmê û diyar kir ku navçe di qonaxeke hestiyar re derbas dibe, lewma pêwîst e hemû alî ji şaşiyên borî dersan werbigirin û bi nefeseke nû nêzîkî pêşhatan bibin.

Peyama Serok Barzanî:

Rêzdar Hevserokên DEM Partiyê,

Rêzdar Endamên Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî,

Amadebûyên hêja,

Rojbaş û silaveke germ li we hemûyan be.

Di destpêkê de dixwazim spas û destxweşiya xwe arasteyî organîzatorên vê konferansê bikim. Ez hêvîdar im ku encam û raspardeyên Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî, xizmeta pêvajoya aştî û çareserkirina pirsgirêkan û pêdiviyên serdem û qonaxa nû bike.

Rêzdarno..

Devera me û hemû cîhan di qonaxeke hestiyar re derbas dibe. Hemû nîşane diyar dikin ku destpêkeke nû heye, ku dikare tijî astengî be, an jî dikare tijî derfetên nû be ji bo aramî, ewlehî û jiyaneke serbilind û birûmet û aştiyane ji bo gelên deverê.

Pêwîst e hemû alî dersê ji şaşiyên serdemên borî werbigirin û bi bêhnek nû û nêrîneke zelal û tijî bawerî û hêvî ve, tevgerê ligel hemû astengî û pêşhatên nû bikin.

Her dem diyalog û lihevkirin ji şer û aloziyan çêtir e û di gotûbêj û aştiyê de mirovahî sûdmend dibe.

Rêzdarno..

Ez bi dil û can destxweşiyê li hikûmeta Tirkiyê, birêz Erdogan û birêz Ocalan û hemû wan rêzdaran dikim ku derfet ji bo proseya aştî, çareserî û danûstandinan rexsandin.

Ji aliyê xwe ve, ez piştgiriya her hewldanekê dikim ku xizmeta proseya aştiyê û bihêzbûna birayetî û pêkvejiyana gelên devera me bike.

Hêviya serkeftinê ji bo we hemûyan dixwazim, di xweşî û xêrê de bimînin.

 
 
Fly Erbil Advertisment