Kanadayê navê Sûriyeyê ji lîsteya 'welatên piştevaniya terorê dikin' derxist

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Kanadayê bi fermî ragihand, wan navê Sûriyeyê ji lîsteya welatên ku "piştgiriya terorê dikin" derxistiye. Herwiha biryara naskirina Desteya Tehrîr Şam (HTS) wekî "qewareyeke terorîstî" jî hilweşandine.

Wezareta Derve ya Kanadayê di daxuyaniyekê de eşkere kir, ev biryar "bi hêsanî nehatine dayîn", lê ev pêngav hevdem e ligel biryarên hevpeymanên wan ên wekî Brîtanya û Amerîkayê. Diyar kir jî, ev guhertin encama hewldanên hikûmeta Sûriyeyê ye ji bo dabînkirina aramî û ewlehiya welêt.

Hikûmeta Sûriyeyê bi germî pêşwazî li biryara Kanadayê kir. Wezareta Derve ya Sûriyeyê di daxuyaniyekê de ev pêngav wekî "geşedaneke erênî" binav kir û ragihand, ev biryar rê li ber qonaxeke nû ya hevbeşiyê vedike û têkiliyên navbera her du welatan xurt dike.

Şamê amadebûna xwe nîşan da ku ji bo vejandina aborî, avedankirin û dabînkirina aramiya herêmî, ligel hemû hevbeşên navdewletî kar bike.

Di destpêka vê salê de, Amerîka, Yekîtiya Ewropayê û Brîtanyayê jî dorpêçên aborî yên li ser Sûriyeyê rakiribûn. Herwiha navê Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera jî ji lîsteya terorê ya Amerîka û Encumena Ewlekariyê hatibû derxistin.

Kanadayê di sala 2012an de, piştî serkutkirina xwepêşanderan ji aliyê rejîma Beşar Esed û destpêkirina şerê navxweyî, Sûriye xistibû lîsteya reş. Wê demê cezayên giran li ser 56 berpirsên rejîma berê, tevî Esed û malbata wî hatibûn ferzkirin. Herwiha Kanadayê Desteya Tehrîr Şam jî ji ber têkiliyên wê yên ligel El-Qaîdeyê jî, xistibû lîsteya terorê.

 
 
Fly Erbil Advertisment