Di nava 3 mehan de 30 fabrîka li Diyarbekirê hatine girtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Diyarbekirê di demên dawî de gelek fabrîka hatin girtin û ev yek bu sedem ku bi hezaran kes bêkar bimînin. Karsaz balê dikêşin ku kompaniyên ku di qada navneteweyî de bazirganiyê dikin nikarin krediyê ji banqeyan bikêşin, beşek ji karsazan jî dibêjin ev yek nabe nîşaneya xirapbuna aboriya Diyarbekirê ku tenê di qada tekstîlê de pirsgirêk heye.
Li Diyarbekirê di nava 3 mehan de 30 fabrîka hatin girtin û bi hezaran kes bêkar man. Pirraniya fabrîkayên ku hatine girtin jî fabrîkayên tekstîlê ne ku dema 2020ê de herêmek taybet bo fabrîkayên tekstîlê li Diyarbekir hatibu çêkirin armanc ew bu ku bo 20 hezar kesan kar were dabînkirin lê niha hijmara kesên qada tekstîlê de kar dikin daketiya 2 hezar kesan. Karsaz dibêjin divê di vî warî de dewlet piştgiriyê bide kompaniyan.
Karsaz Naîf Akbal ji K24ê re got: “Qeyraneke giştî li tevahiya cîhanê heye û bandorê li Tirkiyeyê jî dike. Ji ber ku di pêvajoya hilberînê de lêçûn zêde ne û her wiha muçeyên karkeran jî dibe barek giran ser pişta kompaniyan, fabrîka têne girtin. Di vê mijarê de divê dewlet piştgiriyê bide kompaniyan. Divê kompanî bi hêsanî bikaribin krediye ji banqeyan bikêşin lê banke krediye nadin kompaniyan.”
Karsaz jî didin zanîn ku pirraniya kompaniyên fabrîkayên xwe digirin berê xwe didin Misrê ku li Misirê hijmara kompaniyên Tirkiyeyê gihiştiye 1700 kompaniyan. Karsaz dibêjin ev pirsgirêk tenê di qada tekstîlê de heye û pirsgirêkek demkî ye.
Serokê Komeleya Pîşesaz û Cîhana Kar a Diyarbekirê Şehmus Akbaş dibêje: “Pirraniya fabrîkayên têne girtin yên tekstîlê ne û ne tenê li Diyarbekir li tevahiya Tirkiyeyê ev rewş heye. Kompaniyên ku fabrîeyên xwe digirin berê xwe didin Misirê. Li Misirê hem lêçunnên hilberînê kêm in hem muçe kêm in. Ev rewşeke taybet e , bi giiştî aboriya Diyarbekir ber bi başiyê ve diçe û ji xwe ji zêdebuna hinardeya Diyarbekirê jî xuya dibe. Pirsgirêka tekstîlê jî ez bawer im ku pirsgirêkeke demkî ye.”
