Ciwanekî Şingalî bêyî sotemenî elektrîkê berhem tîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Ciwanekî dahêner ê xelkê Şingalê, bi şiyanên xwe yên kêm karî çend amûrên teknolojîk ên cuda çêbike. Dahênana wî ya herî balkêş, amûreke ku bêyî bikaranîna sotemeniyê elektrîkê hildiberîne.

Mîhran Qîranî, ciwanekî Kurd ê Êzidî ye û li Şingalê dijî. Ew derbarê projeya xwe ya nû de dibêje ku wî cureyekî jeneratorê çêkiriye ku bêyî gaz û benzînê kar dike.

Mîhran taybetmendiyên amûrê wiha rave kirin: "Ev amûr ti dengî dernaxe û ti lêçûneke madî jê re ne hewce ye. Di qonaxa niha de şiyana wê heye ku 3 amper elektrîk hilberîne."

Herwiha da zanîn jî, eger derfet hebe, ew dikare vê projeyê mezintir bike û pêş bixe da ku bi avê kar bike, lê ji bo vê yekê pêdiviya wî bi piştevaniya darayî heye, ji ber ku hemû karên heta niha li ser hesabê xwe kiriye.

Ji bilî hilberîna elektrîkê, Mîhran dahênaneke din jî di warê muzîkê de kiriye. Wî li ser daxwaza çend hunermendan destkarî li amûra muzîkê ya tembûrê kiriye û ew nûjen kiriye.

Mîhran ji bo tembûrê "guhikên otomatîk" çêkirine ku bi rêya bişkokan têne kontrolkirin û têlên amûrê sist û tund dikin.

Mîhran Qîranî berê jî amûreke xwarin û vexwarinê ya otomatîk çêkiribû û bawernameya rêzgirtinê wergirtibû. Lê belê ew nîgeran e ku ti aliyekî fermî alîkariya maddî nade wî daku bikare dahênanên xwe bixe xizmeta giştî.

 

 
Fly Erbil Advertisment