Hakan Fidan: Divê hin hêzên di nav HSDê de bên hilweşandin

Hakan Fidan
Hakan Fidan

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê ragihand: “Her çend Şam û HSD dikarin li hev bikin jî, lê şertê Tirkiyeyê ew e ku divê ew yekîne û hêzên di nav HSDê de bên hilweşandin, ên ku li dijî Tirkiyeyê şer kiriye û li ser ewlehiya Tirkiyeyê gef in.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan îro (Şemî, 6ê Berçileya 2025ê) di çarçoveya tevlîbûna di Korbenda Dewheyê de bal kişand ser pirsa hevgirtina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi artêşa Sûriyeyê re û got: “Di vê dozê de du mijarên sereke hene; Ya yekê bi garantiyên ewlehiyê yên Sûriyeyê bi xwe ve girêdayî ye, ya duyê jî bi wê yekê ve girêdayî ye ka Tirkiye dixwaze ji bo çareserkirina gefên ewlehiyê yên li ser xwe çi bike.”

Hakan Fidan ron jî kir: “Enqereyê pir bi eşkereyî ji HSDê re ragihandiye ku ew çi dixwaze, û Şamê jî ji sala borî ve eynî tiştî kiriye.” Herwesa got: "Em dizanin ku HSD parek ji PKKê bû û çend pêkhate û aliyên wê di nav HSDê de li dijî Tirkiyeyê şer jî kiriye."

Navbirî tekez jî kir ku çend xal ji bo wan girîng in û got: “Hemî hêz û yekîneyên ku li dijî ewlehî û berjewendiyên Tirkiyeyê ne, divê bên hilweşandin.”

Berpirsa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmed jî her îro bi rêya vîdyokonferansê tevlî konferanseka aştiyê li Stenbolê bûragihand ku, pêvajoya aştiyê ya di navbera Tirkiye û PKKê de bandoreka erênî li ser Kurdên Sûriyeyê dike û ew jî dixwazin bi Enqereyê re dest bi diyalogê bikin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî jî li roja 19ê Mijdara 2025ê di çarçoveya gera şeşê ya Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS) de gotarek pêşkêş kir û di pareka gotara xwe de bal kişand ser arêşeyên wan bi Tirkiyeyê re û pêdivî dît ku, Tirkiye HSDê wekî mtirsî nebîne û tekez jî kir ku ew li ser Tirkiyeyê nabin gef.

 
Fly Erbil Advertisment