Suheyb Mesûd: Serdana Mesrûr Barzanî bo Îmaratê derazînka qonaxeka nû ya veberhênanê ye
Navenda Nûçeyan (K24) - Rêveberê Kargêriyê yê Koma Luma Venturesê ya Veberhênanê ragihand ku, serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bo Îmaratê di demeka hesas de ye, herwesa amadebûna Kurdistanê ji bo derbazbûna qonaxeka nû ya veguherîna aborî nîşan dide.
Rêveberê Kargêriyê yê Koma Luma Venturesê ya Veberhênanê Suheyb Mesûd îro (Şemî, 6ê Berçileya 2025ê) li ser girîngiya serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo Îmaratê ji Kurdistan24ê re got: "Ew serdan ji bo herdu aliyan di demeka girîng de bû, ji ber ku Kurdistan derbazî qonaxeka nû dibe; qonaxek ku tê de moderkirin, veberhênan û cihêrengiya aborî bûne serpişkên karên neteweyî.”
Suheyb Mesûd amaje jî da ku, Îmarat di warên cuda cuda de yek ji welatên pêşeng ên cîhanê ye û niha jî bizavê dike ku hevpariyên xwe li seranserê deverê berfireh bike, ji ber vê yekê jî çavê Herêma Kurdistanê jî li wê yekê ye ku bi welatekê wesa re hevparî hebe.
Navbirî di derheqa xwezaya têkiliyên di navbera Hewler û Ebûzebiyê de jî got: "Têkiliyên di navbera Îmaratê û Herêma Kurdistanê de li ser bingeha rêzgirtin û berjewendiyên hevpar in; Îmaratê her gav Kurdistan wekî hevpareka bawerpêkirî li Iraq û deverê dîtiye.”
Rêveberê Koma Luma Venturesê tekez jî kir ku, ev serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî nîşan e ji bo vekirina deriyê veberhênanê û alîkarîkirina wê guhertina ku li Kurdistanê dest pê kiriye, herwesa nîşana wê yekê ye ku, "Kurdistan amade ye ku derbazî qonaxeka nû ya veguherîna aborî û teknolojîk bibe."
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêr (Pêncşem, 4ê Berçileya 2025ê) gihîşt Ebûzebiya paytexta Îmaratê û ji aliyê Wezîrê Dewletê li Wezareta Derve ya Îmaratê Seîd Hacirî ve pêşwaziya wî hat kirin.
